• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola azadîxwaziya gelê Kurde

Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola azadîxwaziya gelê Kurde
dibêje şehadet li hember jiyana bindestiyê hilbijard
Serok Barzanî bi minasebeta salvegera îdam kirina têkoşera Kurd Leyla Qasim peyamek belav kir ku ev jî tekesta vê ye;

Îro 46 sal bi ser îdam kirina Leyla Qasim û hevalên vê re derbaz dibe, Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovên Kurde ku şehîd bûn weke serfiraziyek bo xwe hilbijard û amade nebû jiyana bindestî û serşorî bipejrîne.

Silav li giyan paqêj yê şehîd Leyla û hevalên vê û tevahiya şehîdên rêya azadiyê.
Top