• Thursday, 05 February 2026
logo

EFRÎN - Erebê hawirde yê ku gef li Kurdan dixwarin hat kuştin

Gulan Media November 13, 2025 Nûçe
EFRÎN - Erebê hawirde yê ku gef li Kurdan dixwarin hat kuştin

Hesen Mihemed Efaşê ku wekî Erebekî hawirde li Efrînê bi cih bûbû û bi vîdeoyên gefxwarinê yên li Kurdan dihat naskirin, di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Hesen Mihemed Efaş piştî êrişê rakirin nexweşxaneyeke bajarê Efrînê lê ew li wir mir.

Hesen Mihemed Efaş xelkê Dêrezorê bû û li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest danîbû ser mala Kurdekî û tê de bi cih bûbû.

Efaş, berî demekê bi çek gef li Kurdan xwaribûn, heqaret li wan kiribû û ew wekî "kafir û beraz" bi nav kiribûn.

Hesen Mihemed Efaş her wiha gotibû ku ew ji malên Kurdan dernakevin.

 

Rudaw

Top