Li gorî hilbijartinên berê yên Iraqê, PDKê 300 hezar deng zêde kirine
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên parlementoya Iraqê yên 11ê Mijdara 2025an, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) milyonek heftê û neh hezar û sed û sî û du (1,079,132) deng bi dest xistine. Di hilbijartinên 2021an de, PDKê nêzîkî 781,000 deng bi dest xistibû.
Li gorî van daneyan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nêzîkî dused û nod û heşt hezar û sed û sî û du (298,132) deng zêdetir ji hilbijartinên 2021an bi dest xistiye.
Li gorî çavdêrên siyasî, zêdebûna dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) çend sedem hene ku bi helwesta siyasî, yekîtîya navxweyî û karîzmaya rêberîya wê ya bi serokatiya Serok Barzanî ve girêdayî ne, ku ew sedemên sereke ne ji bo komkirina dengdêran li dora PDKê.
Lêbelê, faktorek girîng rasterast bi kar û projeyên xizmetê yên kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye, ku PDK tê de pêkhateyeke sereke ye.
Van projeyan, bi taybetî projeyên stratejîk ên wekî elektrîk, av, firehkirina rêyan û pêşxistina binesaziya aborî, bandorek girîng li ser jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Di heman demê de, gavên hikûmetê yên ber bi dîjîtalîzekirina xizmetguzariyan û kêmkirina rûtînan wêneyek erênî ya kapasîteya rêveberiyê ya PDKê çêkiriye, bandor li raya giştî û biryarên dengdêran kiriye.
Ji aliyekî din ve, tekeziya berdewam a PDKê li ser parastina ewlehî û aramiyê li deverên di bin kontrola wê de, di rewşek hesas de wekî herêma heyî, ji bo gelek welatiyan xalek girîng bûye û ji ber vê yekê deng dane PDKê.
Basnews
