11 çekdarên din ên Sûrî li Lîbyayê hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 11 termên çekdarên opozîsyona Sûrî ku li Lîbyayê hatine kuştin gihîştin gundewarê bakurê Heleb yê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin.
Pêr jî 7 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Lîbyayê hatibûn kuştin, ku bi vî awayî heta niha hejmara çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li Lîbyayê hatin kuştin gihîşt 279 çekdaran.
Çekdarên hatine kuştin ji grûpên Lîwaya Muhtesim, Firqeya Sultan Murad, Lîwaya Siqor El Şemal, El Hemzat û Silêman Şah in.
Tirkiyê bi armanca piştevanîkirina li hikûmeta Fayiz Serac, hejmarek ji serbazên Tirkiyê û nêzîkî 8 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê şandine Lîbyayê û şerê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya Xelîfe Hefter dikin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, hejmarek ji çekdarên Sûrî ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ve dîl hatine girtin û li xwe mikur hatine ku li hember 2 hezar Dolar şer dikin.
Basnews
