• Monday, 09 February 2026
logo

Rabîteya Serbixweyên Kurd tevlî Îtîlafa Opozisyona Sûriyê bû

Rabîteya Serbixweyên Kurd tevlî Îtîlafa Opozisyona Sûriyê bû
Rabîteya Serbixweyên Kurd, ku Ebdulezîz Temo serokatiya wê dike, bû endamê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê. Rabîteyê li ser malpera xwe ragihandiye, ku ENKSê deng neda wan.

Desteya Giştî ya Îtîlafa Opozisyona Sûriyê, roja Yekşemê, deng li ser daxwaza Rabîteya Serbixweyên Kurd bo tevlîbûna wê rêxistinê di nav rêzên Îtilafê da û bi piraniya dengan, endamîtiya wê qebûl kir.

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) di desteya siyasî ya Îtîlafê de, Ebdullah Gedo ji Rûdawê re ragihand ku dengdan li ser endamtiya Rabîteya Serbixweyên Kurd bi awayekî nehênî bû û li gor encama dengdanê, endamîtiya wê rêxsitinê hat qebûlkirin.

Ebdullah Gedo herwiha diyar kir ku komîteyek taybet ji bo vê mijarê hatibû dirustkirin.

Malpera fermî ya Rabîteya Serbixweyên Kurd piştrast kiriye, ku endamîtiya wê di nav refên Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de hatiye qebûlkirin, lê diyar kiriye ku endamên ENKSê deng nedane wan.

Li gor malpera fermî ya wê rêxistinê, Rabîteya Serbixweyên Kurd ji 86 dengan 58 deng bi dest xistine.

Wê rêxistinê herwiha gotiye, ji 12 endamên ENKSê yên di nava Îtilafê de, 6 kesan li dijî Rabîteyê deng dane û 6 kes jî di civîna dengdanê de amade nebûne.

Rabîteya Serbixweyên Kurd, rêxistineke ser bi Tirkiyê ve ye û di Hezîrana 2016an de li Tirkiyê hatiye avakirin.

Ew rêxistin piştgiriya helwestên Tirkiyê yên derbarê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de û bi taybet êrîşên Tirkiyê û kontrolkirina beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve dike.

Rabîteya Serbixweyên Kurd di 23ê Tîrmeha 2018ê de û piştî ku Tirkiyê Efrîn dagîr kir, ofîsa xwe li Efrînê vekir, ku kesek bi navê Aazad Osman berpirsê ofîsa wê rêxistinê li Efrînê ye.

Rabîteya Serbixweyên Kurd herwiha roja bihorî 10ê Gulanê di daxuyaniyekê de dijatiya xwe li gel danûstandinên navbera PYD û ENKSê yên ji bo avakirina yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye û aşkere kiriye, ku ew li dijî her rêkevtinekê ne ku di encama wan danûstaninan de were ragihandin.

Wê rêxistinê diyar kiriye, ku ji ber “berjewendiya Doza Kurd li Sûriyê û berjewendiya niştimanî ya Sûriyê”, ew li dijî danûstandinên navbera PYD û ENKSê û her core rêkevtineke navbera wan herdu aliyan in.

Rudaw
Top