• Tuesday, 03 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge êrîşa li ser ciwanekî li Xurmatû bi tundî şermezar kir

Gulan Media November 11, 2025 Nûçe
Wezareta Pêşmerge êrîşa li ser ciwanekî li Xurmatû bi tundî şermezar kir

Wezareta Pêşmerge ragehand, bi tundî reftarên kirêt ên çend leşkerên artêşa Iraqê em şermezar dikin ku li Duzxurmatû êrîşî ciwanekî Kurd kirin û sedem jî tenê ji ber ji ber ku wî ala Kurdistanê hilgirtibû.

Wezareta Pêşmerge got, "Em bi tundî reftara kirêt a leşkerên artêşa Iraqê yên ku li Duzxurmatûyê êrîşî ciwanekî Kurd kirin, tenê ji ber ku wî ala Kurdistanê hilgirtibû, şermezar dikin."

Wezareta Pêşmerge ragehand: "Ev bûyer binpêkirinek eşkere ya mafên bingehîn ên mirovan e. Ala Kurdistanê sembola nasname û serbilindiya Kurdistanê ye, ku di Iraqeke demokratîk û federal de ji hêla destûrê ve tê nas kirin. Ti kesek nabe ji ber bilindkirina ala Kurdistanê bibe armanca tundî û destdirêjiyê.’’

Herwaha hat ragehandin: "Em bang li rayedarên yasayî û Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê dikin ku zû tevbigerin û li ser vê bûyerê berpirsiyariyek cidî bigirin û kesên berpirsiyarê vê kiryarê werin darizandin û pêşî li dubarebûna van kiryarên nexwestî bigirin. Ji ber ku ew xizmetê ji aştiya pêkvejiyana pêkhateyên wê navçeyê re nake."

 

 

Basnews

Top