• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Îro, roja biryara gel e

Gulan Media November 11, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Îro, roja biryara gel e

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li gelê Herêma Kurdistanê dike ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bibin û bi vîna xwe ya azad, dûrî her zextekê, dengê xwe bidin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di çarçoveya dengdana giştî ya ji bo Parlamentoya Iraqê de, dengê xwe li navendeke dengdanê li Pîrmamê da.

Piştî dengdanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de bang li welatiyên Herêma Kurdistanê kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û bi vîna xwe ya azad û dûrî her zextekê, biryar û dengê xwe bidin.

Herwiha got: "Îro roja biryara gel e. Ez hêvîdar im ku gel bikaribe di keşûhewayeke aram û azad de, bi vîna xwe û dûrî her zextekê dengê xwe bide û kesên dilsoz û niştimanperwer bişîne Parlamentoya Iraqê, da ku berevaniyê li mafên wan û mafên destûrî yên gel bikin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev hilbijartin weke "girîng" bi nav kir û tekez kir ku "biryara gel a îro, dê rê û şêwazê rêveberiyê yê çar salên pêş me diyar bike."

Di heman demê de, Cîgirê Serokê PDKê hêvî xwast ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê "bi emanet heta dawiya prosesê nêzîkî dengên dengdêran bibe."

 

K24

Top