Li Xurmatûyê êrişî Alaya Kurdistanê hat kirin: Leşkerê Îraqî hat girtin
Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Selahedînê, leşkerekî Îraqê bi kêrê Alaya Kurdistanê parçe kir û ev yek bû sedema bertekan û paşê jî ew leşker hat desteserkirin.
Serokê Tora Medyayî ya Ewlehiyê ya Îraqê Seid Mean derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got, “Em Ala Herêma Kurdistanê wekî alaya xwe dibînin û em teqez rê nadin kiryarên bi vî rengî.”
Li Îraq û Herêma Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên parlamentoyê çûn ser sindoqan.
Li Xurmatûyê dema zarokekî ku Alaya Kurdistanê bi bisîklêta xwe ve kiribû û li derdora navenda dengdanê digeriya, ji aliyê leşkerên Îraqê ve hat rawestandin.
Yek ji leşkeran Alaya Kurdistanê ya bi bisîklêtê ve bû bi kêrê parçe kir.
"Zilmê li Kurdan dikin"
Welatiyekî ku şahidiya bûyerê kiriye, ji Rûdawê re axivî û hestên xwe wiha anîn ziman:
“Bi rastî ez gelekî dilgiran bûm. Min bi çavên xwe dît, wan artêşek anîye da ku zilmê li Kurdan bikin.
Eger min nedîtiba, min bawer nedikir. Zarokek li ser bisîklêtê bû, Alaya Kurdistanê hildigirt.
Leşker çûn û ew ala bi kêrê parçe kirin. Êdî bes e! Bila ev gel jî hişê xwe bîne serê xwe.
Heta kengî dê ev zilm bidome? Ez lava dikim, herin dengê xwe bidin da ku ev kes nikaribin serweriya xwe li ser me ferz
Rudaw
