• Monday, 09 February 2026
logo

Tirkiyê ser çalakirina S-400 maye di navbera Amerîka û Rûsyayê de

Tirkiyê ser çalakirina S-400 maye di navbera Amerîka û Rûsyayê de
Derbarê mûşekên S-400an, ku Tirkiye karigerkirina wan ji ber Vayrosa Korona paş xistiye, Serokê Pîşesazî û Parastinê yê Tirkiyê Îsmaîl Demîr ragihand, ku proseya damezrandina mûşekên S400an berdewam e û dê aliye Rûsyayê her wext nikaribe xwe bigihîjine mûşekan. Pispor dibêjin, jiber ku ragêşiya li Libya û Idlibê dîsa nêz dibe, daxuyaniyên wisa alî Tirkiyê ve tên dayîn.

Li Tirkiyeyê nediyariya karîgerkirina mûşekên s-400an berdewam e. S-400ên ku ji Rûsyayê hatine kirin gorî plansaziya hikumeta Tirkiyeyê hewce bû di meha nîsana 2020an de hatiba karîger kirin lê belê hate ragihandin, ji ber metirsiya vayrosa Koronayê ev yek hatiye paşxistin. Serokê Pîşesazî û parastinê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Demîr ragihand ku proseya damezrandina mûşekên s-400an berdewam e û dê aliyê Rûsyayê her wext nikaribe xwe bigihîjine mûşekan. Demîr got, yên ku sîstemên mûşekan re mijûl bin dê kompanyayên Tirkiye û Hezên Hewayî yên Tirkiyeye be.

Pispor Hamîde Yîgît jî derbarê van daxuyaniyan de amaje dike Tirkiye nikare şîfreyên teknolojiya s-400an ji Rûsyayê veşêre û ev daxuyanî jî bo rêlibergirtina hin qeyranên ku dê pêk werin e.

Hamîde Yîgît – Pispor- got:- "Tirkiye her gav ji bo rê li ber hin qeyranên ku dê pêk werin bigre yan jî bo bazariya vê yekê bike koza mûşekên s-400an bi kar tîne. Li gorî min ji ber ku rageşiya Idlib û Libyayê dîsa nêz dibe, Tirkiye dixwaze cihê xwe yê di nav NATOyê de bihêztir bike û nîqaşên s-400an jî bo vê ne. Tirkiye nikare şîfreyên mûşekên s-400an ji Rûsyayê veşêre. Lê li gorî min berî van nîqaşan hewceye em binêrin dê ev mûşek bên karîger kirin yan na?."

Ji aliyekî din ve tê meraq kirin ku dê gelo ev nîqaş di navbera Tirkiye û Rûsyayê bibin cihê ragêşiyê. Serokê Saziya Kafkasamê Prof.Dr. Hasan Oktay jî dibêje dema heta mûşekên s-400an karîger nebin dê ve nîqaş bidomin û ger Tirkiye dij rêkeftinê pêngavê biavêje dibe ku navbera Tirkiye û Rûsyayê de ragêşî rû bide.

Prof. Dr. Hasan OKTAY - Serokê Saziya Kafkasamê- got: - " Tirkiye mûşekên s-400an wergirtine û dikare teknolija van de hin guherîna bike. Dê bixwaze vê sîstemê entegreyî sîstemên cîhanî bike. Di vê astê de jî di warê teknolojiya mûşekan de bi Rûsyayê re dê hinekî ji hev cuda bibin. Gelo di rêkeftina navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hin xalên

veşartî hene yan na? Ger hebin û Tirkiye dij rêkeftinê tevbigre dê ev yek di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bibe cihê ragêşiyê."

Wergirtina mûşekên S-400an ji Rûsyayê di navbera Tirkiye û Emerîkayê de cihê ragêşiyê ye û di egera karîgerkirina mûşekan de Emerîka gefa gemaroyan li Tirkiye dixwe. Herwiha veguhestina mûşekên S-400an ji aliyê Rûsyayê ve 12ê Tirmeha sala 2020an dest pê kiribu.

K24
Top