HDP: Li zîndana Sîlîvrî 191 kes bi Korona ketin e û 8 kes jî di bin çavdêriya çir de ne û
Parlamenterê HDPê Omer Faruq Gergerlîoglu da xuyakirin, Vayrosa Korona li zîndanên Tirkiyê pir bi lez belav dibe, lê rayedar, li hember vê tu bergiriyan pêş naxin.
Da zanîn, li gor agahiyên dawî, li Zîndana Sîlîvrî, rewşa tendirustiya 8 kesên bi Korona ketine nebaş e û di bin çavdêriya çir de ne. Da xuyakirin, 191 girtiyên heman zîndanê jî, bi Korona ketin e.
Wezareta Dadê, di çarçoveya rêkarên tendirustiyê de, hevdîtina girtiyan bi malbatan re ragirtiye û tenê rê dide pêwendiyên telefonê.
