• Monday, 09 February 2026
logo

Erdogan daxwaza guhertina sîstema hilbijartina jûrên pîşeyî dike

Erdogan daxwaza guhertina sîstema hilbijartina jûrên pîşeyî dike
Li Tirkiye Baroyên Tirkiye, Yêkîtiya Jûreya Bizişk, Endezyar û Avahîsazan ku derbarê rewşa heyî ya Tirkiyê fikr û ramanên xwe radighînin, di siyaseta Tirkiyê de bû cihê nîqaşek nû. Serokomarê Tirkiyê bo guhertina sîstema hilbijartina van jûreyan daxwaz kir, xebat destpê bikin. Piştî vê daxuyaniya Erdogan, partiyên Opozîsyonê yên Tirkiye ketin nav hewldanan de. Parlamenteran ragihand, li pişt perdeyê, ya tê xwestin, bêdeng kirin a Opozîsyonê ye.

Li Tirkiyê vê carê jî ji ber şêwaza hilbijartinên "jûrên pîşesaziyê" desthilat û opozîsyon hatin pêşberî hev. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoxan di daxuyaniyekê xwe de daxwaz kir ku qaydeyên hilbijartina jûrên pîşesaziyê bên e guherandin. Ji bo pêkanîna vê yekê xebatên ji aliyê AK Partî ve hatine destpêkirin li parlamentoya Tirkiyê bû sedema karvedanan. Parlamenterên opozîsyonê amaje kirin, ji ber ku ev jûrên ku di heman demê de di xizmeta gel de ne kêmasî û şaşitiyên desthilatê bi awayekî zelal radixin berçavan desthilat vê yekê dike. Parlamenterê Batmanê yê HDPê Mehmet Ruştu Tiryakî jî di vê derbarê de amaje kir û got; bi van biryaran tekane armanca desthilatê ew e ku opozîsyonê yek car bêdeng bike.

Parlamenterê HDPê- Mehmet Ruştu Tîryakî dibêje:"Bo ku li welatekî mirov behsa demokrasiyê bike divê herî pêşî opozîsyonek hebe. Pîvanên standardên demokrasiya welatekî bi hejmara rêkxistinên demokratik yên wî welatî ve girêdayî ye. Lê belê bi van guherînên ku tên xwestin rêgez û qaydeyên demoktratîk dê ji holê rabin û bi her awayî pergaleke antîdemokratîk dê bê avakirin. Di demokrasiyê de ne pêkane ku ev yek bê qebûl kirin."

Cîgirê serokatiya gruba Îyî Partî Lutfu Turkkan jî li ser vê mijarê axaft û got; dibe ku desthilat ji fikir û nêrînên jûreyan ne razî be û ne ligel wan be lê ev nayê wê wateyê ku ew dikare tev lî rêveberiya van jûran bibe. Herwiha Turkkan di berdewama axaftina xwe de diyarkir: desthilata AKPê bi vê helwesta xwe bêtehemmûliya xwe ya li hember nêrînên cûda jî bi awayekî aşkere raxistiye ber çavan.

Cîgirê Serokatiya Gruba ÎYÎPartî- Lutfu Turkkan got:"Desthilatê di maweya 18 salên rêveberiya xwe de derbarê hilbijartinên baroyan û ya jûrên pîşesaziyan de tu guherîn nefikirî bû û tu gav jî ne

avêtibû. Heger îro ev daxwaz bi vî awayî hatibe rojevê tenê yek şîroveya vê yekê heye; ew jî tê wê wateyê ku desthilat êdî nikare erka xwe ya rêveberiyê pêk bîne. Herwiha bo ku vî welatî li gor dilê xwe rêvebibin ji tu rê û rêbazên antidemokratik jî xwe venadin."

Herwiha piştî van nîqaş û gengeşiyan diyar bû ku amadekariya guherandina hilbijartinên jûrên pîşesaziyan bi daxwaz û dîrektîfa serokkomar Erdogan ji aliyê AKPê ve hatiye destpêkirin. Tê pêşbînîkirin pêşniyara vê qanûnê jî meha Hezîranê bi vebûna parlamentoyê re bê karîgerkirin.

K24
Top