• Monday, 09 February 2026
logo

Îran: %42 hinardeya me bo Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê bûye

Îran: %42 hinardeya me bo Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê bûye
Li gor amarên gumrika Îranê, di sala bihorî ya rojî de ku bi biharê destpê dike, Herêma Kurdistanê mezintirîn deriyê hinardekirina kelûpelan bûye bo Iraqê û % 42 tevahiya hinardeya Îranê bo Iraqê, di rêya Herêma Kurdistanê re bûye.

Berdevkê Gumrika Îranê, Rûhullah Letîfî ragihand ku sala bihorî di deriyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê re 8 milyon û 100 hezar ton kelûpel bi bihayê 3 milyar û 800 milyon dolar bo Iraqê hatiye henardekirin.

Letîfî amaje bi wê yekê da, ku ji sedî 42ê hinardekirina Îranê bo Iraqê bi riya Herêma Kurdistanê rê bûye.

Li gor amarên gumrika Îranê, di sala derbasbûyî de bi riya deriyê bazirganî yê Perwîzxanê, milyarek û 400 milyon dolar kelûpel hatiye hinardekirin.

Piştî deriyê Perwêzxan, rêjeya herî zêde ya kelûpelan bi riya deriyê Başmax ji Îranê hatiye henardekirin ku bi buhayê milyarek û 120 milyon dolaran bûye.

Li deriyê sînorî yê Hacî Omeran jî bi 754 milyon dolaran kelûpel ji Îranê bo Herêma Kurdistanê hatiye henardekirin.

Rudaw
Top