• Monday, 09 February 2026
logo

19 serbazên Îranê li Deryaya Omanê hatin kuştin

19 serbazên Îranê li Deryaya Omanê hatin kuştin
Pêwendiyên Giştî yên Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku di bûyera ku ji bo keştiya cengî ya Konarek li Deryaya Omanê çêbûye de, 19 kes ji hêzên artêşa Îranê hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Li Deryeya Omanê û di dema birêveçûna manovreke serbazî ya hêzên deryayî yên Artêşa Îranê de, keştiyeke cengî ya wê hêzê yabi navê Konarek rastî bûyerekê hat û derbarê hejmara kuştî û birîndar û herwiha çawaniya çêbûna wê bûyerê de zanyariyên cuda hatine belavkirin.

Pêwendiyên Giştî yên Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê, îro Duşemê 11ê Gulanê têkildarî wê bûyerê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, “roja bihorî piştî nîvro di dema rahênana deryayî ya hejmarek ji keştiyên hêza deryayî ya artêşê de li sînorê avî yê Cask û Çabeharê, keştiya sivik a piştevaniyê ya bi navê Konarek rastî bûyerekê hat.”

Di dxuyaniyê de tê gotin: “Piştî vê bûyerê, tîmên hawarçûn û rizgarkirinê yên deryayî di demeke kurt de li cihê bûyerê amade bûne û birîndar û kuştî ji keştiyê derxistine û bo navendên tendirustiyê şandine. Hêzên li wê keştiya navborî, ji bo rizgarkirina hevkarên xwe fedekariyeke bêhempa kirine.”

Pêwendiyên Giştî yên Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê herwiha dibêje: “Hejmara kuştiyên vê bûyerê 19 kes bûye û hejmara birîndaran jî 15 kes e, ku rewşa wan a tendirustî baş e.”

Li gor daxuyaniya Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê, keştiya cengî ya Konarek bo iskeleya deryayî ya herêmê hatiye veguhastin, daku derbarê bûyerê de lêkolîn li ser were kirin.

Hin medyayên Îranê û medyayên erebî yên navçeyê belav kirine, ku keştiyeke cengî ya Îranê bi şaşî keştiyeke din a welatê xwe kiriye kiriye armanc û mûşek lê xistiye.

Rudaw
Top