• Tuesday, 03 February 2026
logo

Esrîn Şiwanî: YNK, li Duhokê hewla serxistina berbijêrê taximekî dide ku Duhokê wek Kurdistanî nasnake

Gulan Media November 9, 2025 Nûçe
Esrîn Şiwanî: YNK, li Duhokê hewla serxistina berbijêrê taximekî dide ku Duhokê wek Kurdistanî nasnake

Jin a nivîskar a Kerkûkê rexneyên tund li plana YNKê ya ji bo serxistina berbijêrê milîsên Babilyon a ser bi Reyan Kildanî dike, ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û wê yekê wek ‘’Abûrçûneke mezin’’ pênase dike.

Nivîskara jin a Kerkûkê Esrîn Asî Şiwanî ji BasNewsê re ragehand, YNK, dixwaze wek helbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê çaw kir û kursiyek pêşkeşî milîsên Babilyon kir û pêwîst bû ew kursî ya Xirîstiyanên rastîn ên Kerkûkê ba, lê naha heman senaryoyê li Duhokê jî dixwaze dubare bike û kar ji bo wê yekê dikin ku kursiyekî Duhokê jî bidin milîsên Babilyon.

Herwaha got: ‘’Ew taxima YNKê hewla serxistina berbijêrekî didin li Duhokê, taximekî dijî Kurd û Kurdistanê ye û berê gelek car û gelek munasebetan de serokê wan û çapemeniya wan û kirêgirtiyên wan bangeşe û propagandaya wê yekê dikirin ku qaşo Duhok ne bajarekî Kurd û Kurdistanê ye.’’

Esrîn Şiwanî diyar kir: ‘’Ev çi exlaqê siyasî ye tu partiyekî ku navê niştimanî ya Kurdistanê te li xwe kiribe, lê hewla serxistina berbijêrê aliyekî bidî ku dijî Kurdistanîbûna wî cîhî be û tu jî ji bo serkeftina wî hewl bidî? Gelo ma ev cehştî û xwe biçûk dîtin û xwe jar kirin nebe bo şovenîstan çiye? Gelo ma berdikeve mirov ewqasê bo Eniya Berxwedanê bike û xwe riswa bike?’’

Herwaha diyar kir: ‘’Ev plan abûrçûneke mezine, nîşaneya îflasa siyasî ye û exlaqê YNKê bixwe ev e. Ji ber ku wê partiyê êdî ti tiştekî wan nemaye û baweriya xwe bi xwe tine, ji bo wê jî wek rêya çareseriyê ji bo xwe ew plan daniye û dest dayîna nav destê xelkekî sivik ê dijî Kurd û Kurdistanê hewla wê yekê dide kursiyekî ku pêwîste kursiya Kurdistanê be, ji bo şovenîst wê kursiyê bidest bixin kar dikin.’’

Nivîskar Esrîn Şiwanî dibêje: ‘’Bi keyfxweşî berî girse û alîgirên partiyên din, endamên YNKê bixwe jî ew tişt bi dilê wan nîne û waye me dît ku duh serokê lîsteya YNKê li Duhokê red kir ku pêbendî biryara partiya xwe be. Herwaha îro me dît ku cîgirê berpirsê malbenda Duhokê yê YNKê dest ji wê partiyê berda. Li gor zanyariyan jî piraniya endamên YNKê li Duhokê li dijî wê biryarê ne, ji bo wê jî deng didin berbijêrê PDKê û bi wî awayî ew plan dê şikestê bîne.’’

 

Rudaw

Top