Di hevdîtina Serokê Hikûmetê û Balyozê Fînlandayê de reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin
Îro 09.11.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Fînlandayê li Iraqê Anti Putkonin kir.
Serokê Hikûmetê ji ber destbikarbûnê pîrozbahî li Balyozê Fînlandayê yê nû kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo wî diyar kir.
Balyozê Fînlandayê jî amadebûna welatê xwe ya ji bo bihêzkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê di warên cuda de nîşan da.
Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraqê û herwaha amadekariyên dawî yên ji bo helbijartina Parlamentoya Iraqê mijarên din ên gotûbêja vê hevdîtinê bûn.
Basnews
