• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan: Hewlek heye bo têkdana aştîya civakî û bi hev re jîyanê

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan: Hewlek heye bo têkdana aştîya civakî û bi hev re jîyanê
Aydin Meirûf, wezîrê Herêmê bo karûbarên pêkhateyan belav kirîye, çend roj in hêrişeke ne rewa rûbirûyê pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê bûye û hewlek heye bo têkdana aştîya civakî û bi hev re jîyana di navbera pêkhateyan.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku pêkhate zaminên demokrasîya herêmê ne û parêzerê aştî û bi hev re jîyanê ne. Nav zirandin û tuhmet xistine ser pêkhateyan encamên baş jê çê nabin.

Xuya jî kir, lew em dilgiranîya xwe radigehînin bi sedema wan hêrişên nerewa beranber bi pêkhateyan û bi hemû şêweyekê wan hêrişan red dikin.

Aydin Meirûf, tekez kir jî, em tim dibîn berevanê mafên pêkhateyan çunku ew pişkeke serekî û nedabirryayî ne ji evê herêmê.

K24
Top