WAN – Ji ber şînekê 84 kes bi koronayê ketin
Li Gundê Sîvanê yê ser bi Wanê ve, beriya çend rojan bi destûra muxtarê gund, tevî qedexeyê şînek hatibû danîn.
Li gor zanyariyan 6 kesên ku beşdarî şînê bibûn, têsta wan a koronayê pozîtîf derketibû. Piştî wê yekê, bi biryara Walîtiya parêzgeha Wanê, gund hat kerentînakirin û ji aliyê karmendên tendirustiyê ve pişkinînên koronayê li wî gundî hatin destpêkirin.
Roja sêşemba derbasbûyî pişkinîna 51 kesên li gund ya koronayê pozîtîf derket. Duh jî li gorî daxiyaniya Walîtiyê, pişkinînên 24 kesên din jî li gund pozîtîf derketin.
Li gor daxiyaniya Walîtiyê, hêjmara tûşbûyên koronyê li gund gihîşte 84 kesan û bi guştî hêmara tûşbûyan li parêzgehê jî gihîşt 362 kesan.
Rudaw
