Serdozger daxwaza betalkirina sizayê Demîrtaş dike
Serdozgeriya Dadgeha Bilind da xuyakirin, axaftinên hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, di çarçoveya azadiya hizr û ramanê de ne û mafê xweparastinê jî hatiye astengkirin.
Selahedîn Demîrtaş, piştî biryara azadkirina ji doza ku hatibû girtin, bi 4 sal û 7 meh sizaya zîndaniyê hat sizadan. Li gor yasayên Tirkiyeyê, sizayên jêr pênc salan, beyî ku Dadgeha Bilind erê bike tên cîbicîkirin û Demîrtaş zêdetirî 3 sal û heft meh in di zîndanê de ye.
Serdozgerê Dadgeha Bilind got, heger Dadgeha Bilind, daxwaza Serdozgeriyê di cîh de bibîne, li pêş berdana Demîrtaş de tu asteng namîne.
K24
