Wezîrê Tendirustiyê: Li Herêma Kurdistanê metirsiya belavbûna koronayê nemaye
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, îro, 10.05.2020, di konferanseke rojnamevanî de, spasiya hatina şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) a bi serokatiya Sekreterê Polîtbûroya PDK Fazil Mîranî kir, ku bi mebesta spasî û destxweşiyê serdana Wezareta Tendirustî kirin.
Wezîrê Tendirustiyê di wê konferansa rojnamevanî aşkere kir, ew li gel Wezîrê Navxwe rêkevtine ku asankariyên zêdetir ji bo hemwelatiyan bên kirin û cihên zêdetir bên vekirin û herwiha diyar kir, îro dê hejmareke biryarên din jî bên derkirin ku asankariyên zêdetir tê de ne ji bo hemwelatiyan.
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand, niha Herêma Kurdistanê di rewşeke baş de ye û metirsiya belavbûna vîrusa koronaya nû COVID-19 nemaye.
Saman Berzincî got jî raste metirsiya Korona kêm bûye lê li cîhanê her maye û pêwîste bi berdewamî pabendî rêniamyan bin û mask û lepikan deynin, ji ber ku vîrûs sînoran nizanê.
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê got jî, asankariyên zêdetir têne kirin diyar kir, ev dema 5 rojan e ti haleteke tûşbûna Korona nehatiye tomarkirin.
Li Herêma Kurdistanê yekem haleta pêketina bi koronayê, roja 1ê Adarê hat tomarkirin û li gor dawîn amaran jî heta niha 391 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine, 366 kes baş bûne, 5 kesan canê xwe ji dest dane û niha tenê 20 nexweşên koronayê mane ku çareseriya wan tê kirin.
Rudaw
