• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li ser fermana Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn ku mûçeyên malnişînên Pêşmerge bên xerickirin

Gulan Media November 6, 2025 Nûçe
Li ser fermana Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn ku mûçeyên malnişînên Pêşmerge bên xerickirin

 Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryar hat dan ku pirsgirêka mûçeyên wan efser, piledar û Pêşmergeyên ku piştî 1.1.2025ê malnişîn-teqawut bûne bê çareserkirina.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 5.11.2025, ragihandinek parve kir û tê de eşkere kir: “Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar hat dan ku pirsgirêka mûçeyên wan efser, piledar û Pêşmergeyên ku piştî 1.1.2025ê malnişîn bûne û mûçeyên wan ji aliyê hikûmeta federal ve nehatine dan bê çareserkirin.”

Li gorî ragihandina wê malperê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Wezareta Darayî û Aborî raspart ku, sibe (Pêncşem, 6.11.2025) mûçeyekê wekî pêşîne li ser dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê xerc bike û ev pirsgirêk jî bi zûtirîn dem bê çareserkirin.

 

Basnews

Top