• Monday, 09 February 2026
logo

Ebdulrehman Mistefa: Qubad Talabanî gote min tu namzedê me hemûyanî

Ebdulrehman Mistefa: Qubad Talabanî gote min tu namzedê me hemûyanî
Parêzgerê berê yê Kerkûkê, ku ji bo wezareta dad a Iraqê wek namzed hatibû nîşandan, aşkera kir, ji aliyê Qubad Talabanî ve peyvendî li gel hatiye kirin û jê re gotiye tu namzedê hemû aliyanî. Lê ji aliyê din ve ji hin parlamenterên ereb re hatiye gotin ku ew kesekî nijadpereste û dijî yek parçeyiya Iraqê ye.

Di tomarekî videoyî de Ebdulrehman Mistefa got: ‘’Niyeta min nebû ez bibim namzedê ti erkekî. Lê Dr. Kemal Kerkûkê peyvendî li gel min pêkanî, got tu namzedi bo peywira wezîrê dad ê Iraq û hemû alî razîbûne. Destpêkê min jî ev yek red kir, lê piştre ez razîbûm. Piştre Mistefa Kazimî peyvendî li gel min pêkanî û gote min hemû alî razîbûne li ser wî erkî.’’

Herwaha ragehand: ‘’Piştre Qubad Talabanî telefon bom in kir û got tu nûner û namzedi û bo me hemûyan te kar kiriye. Got em bi hemû awayekî piştevaniyê li te dikin û ez piştrast kirim ku ti pirsgirêkek tineye. Min jî ji ber wê qebûl kir ez bibim namzed. Min jî got wek carên berê bo yekrêzî û wek kesekî bêalî ez bo wî erkî destnîşan kirime.’’

Ebdulrehman Mistefa got: ‘’Şeva dengdana kabîneyê, berî wê ez hatim agahdar kirim ku guhertin di namzedbûna min de heye û gotin li bendê be emê agahdar bikin. Piştre telefon kirin gotin pirsgirêk çareser bûye, em çûn Parlamentoyê. Berî dengdanê parlamenterên YNKê min dît pir çalakin û li gel hemû aliyan diaxivin. Min wê demê got dibe li ser rêkeftinê diaxivin. Lê dema dengdan geheşte navê min, min dît rewşekî pir kêm tê dîtin û ecêb derket holê hejmarek pir kêm a parlamenteran destê xwe bilind kirin.’’

Mistefa got: ‘’Piştî proseya dengdanê çend parlamenterên ereb gotine min, demeke lobiyek mezin li dijî te nav parlamentoyê de birêve çû ku deng ji bo te neyê dayîn. Herwaha gotine ku ew kesekî nijadpereste û dijî yekparçeyiya Iraqê ye. Rêkeftin li gel aliyên din kirine ku eger deng ji min re bê dayîn ew jî deng nadin namzedên wan.’’

Ebdulrehman Mistefa got: ‘’Ez wek kesekî bêalî bo wî erkî wek namzed nîşan dan. Ez berdewam xwe wek kesekî bêalî dizanim û rêz li hemû aliyan digrim. Ji ber wê helwêstî jî ez gelek ecêb mam û ew peywir ber YNKê ketiye eger razî nebûn ez bibim wezîrê dad, nedibû rê bidin navê min biçe parlamentoyê û bikeve dengdanê. Ji ber berê aliyan li ser hemû tiştekî axaftin kiribûn. Piraniya parlamenter û berpirsên YNKê dost û hevalên min in, pêwîstbû telefonek bikiran û ez agahdar kiribam. Ji ber gelek gazindên min li wan heye, nedibû ev yek li gel min bikiran. Ji ber min ti xirabiyek li ti aliyekî nekiriye.’’

Ebdulrehman Mistefa got: ‘’Ji naha ve ti peyvendiya min bi pêkhateya hevpeymaniya Kurdistanê ve jî nemaye û eger dema helbijartinên encûmena parêzgeha diyar bû, bila kesekî din jî di cîha min de bo serokê pêkhateya Hevpeymaniya Kurdistanê destnîşan bikin.’’

Basnews
Top