Serok Barzanî di peyameke hevxemiyê de sersaxî ji malbata Kolonel Nab re xwest
Serok BasNews – Îro 04.11.2025, bi rêya nameyeke hevxemiyê bi navê xwe û gelê Kurdistanê serxweşî li malbata Kolonel Nab kir, bo koça dawî ya rêveberê Ofîsa Desthilata demî ya hevpeymanan li Hewlêrê di sala 2003 de, Kolonel Richard Nab.
Di wê nameyê de Serok Barzanî tevî nîşandana hevxemiya xwe, Kolonel Nab wek dostekî rastîn û hevpeymanê gelê Kurdistanê wesif kiriye ku piştî serhildana dîrokî ya gelê Kurdistanê di sala 1991an de, wî roleke mezin di alîkariya gelê Kurdistanê de lîst û di serdema piştî rejîmê de, wî alîkarî da xurtkirina aramiya Kurdistanê û xurtkirina têkiliyên di navbera gelê Kurdistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de.
Di nameyê de, Serok Barzanî spasiya Kolonel Nab ji bo xizmetên wî kir û rêzgirtina xwe ya herdemî ji bo malbata wî anî ziman.
