• Wednesday, 04 February 2026
logo

Yekîtiya Ewropayê bi rapora xwe Tirkiye rexne kir

Gulan Media November 5, 2025 Nûçe
Yekîtiya Ewropayê bi rapora xwe Tirkiye rexne kir

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Rapora Tirkiyeyê ya sala 2025an weşand û amaje pê kir ku tayînkirina qeyûman "demokrasiya herêmî lawaz kiriye".

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî rapor red kir û wekî "alîgir û bêbingeh" bi nav kir.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe de destnîşan kir ku dilgiranyên derbarê serxwebûna darazê didomin û fikarên li ser xirabûna standardên demokratîk, serweriya yaseyê û rêzgirtina li mafên bingehîn nehatine çareserkirin.

Komîsyonê diyar kir ku Tirkiyeyê di pêvajoya reforman de bipêşketineke sînordar bi dest xistiye û bang lê kir ku lihevhatina bi Yekîtiya Ewropayê re bihêz bike.

"Demokrasiya herêmî lawaz bûye"

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di raporê de bi taybetî li ser van xalan rawestiya:

Zexta li ser mixalefetê: Zexta zêde ya darazê ya li ser siyasetmedarên mixalefetê, bi astengkirina rikeberiya siyasî re, prensîbên bingehîn ên demokratîk lawaz kirine.

Sîstema serokatiyê: Di sîstema serokatiyê de, ji bilî hilbijartinan, mekanîzmayên hevsengî û kontrolê yên bibandor ji bo berpirsyarkirina hikûmetê nînin.

Birêvebiriya siyasîbûyî: Birêvebiriya giştî zêde siyasî bûye û piraniya saziyên rêziknameyê rasterast bi Serokatiyê ve hatine girêdan.

Qeyûm: Darizandin û dûrxistina ji kar a şaredarên mixalefetê yên ku hatine hilbijartin û tayînkirina qeyûman li şûna wan, demokrasiya herêmî lawaztir kiriye.

Tirkiye raporê red dike

Piştî weşandina raporê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û naveroka raporê red kir.

Wezareta di daxuyaniyê de got:

"Em îdiayên alîgir, pêşdaraz û bêbingeh ên di Rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê de yên derbarê darazê, mafên bingehîn û pêşhatên siyasî yên navxwe red dikin."

 

Rudaw

Top