Çekdarên Tirkiyê vê carê jî kevir û kêlên goristanên Efrînê dizîn!
Ji bilî kuştin û revandina welatiyên Efrînê û destdanîna ser mal û milkên wan, grûpên çekdar yên ji aliyê Tirkiyê ve têne piştevanîkirin, şûnwarên Efrînê û goristanan dişikînin û didizin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpeke çekdar ligel hejmarek ji koçberên li Efrînê hatine bicihkirin, kevir û kêlên goristana bajarokê Cindirêsê şikandine û dizîne!
Ev ne cara yekem e ku grûpên çekdar gor û cihên dîrokî û şûnwarên Efrînê dişikînin û didizin. Di meha Adara borî de jî, grûpa çekdar a bi navê Emşat, bin mizgefta bajarokê Şiyê kolandibû û di encamê de minareya mizgeftê û beşek ji avahiya mizgeftê hilweşiyabû.
Rudaw
