• Thursday, 05 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî serdana hêzên Pêşmerge kir

Gulan Media November 4, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî serdana hêzên Pêşmerge kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Fermandariya Hêzên Piştevanî ya Yekem a Pêşmerge li Hacî Omeranê kir. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 3ê Mijdarê serdana Baregeha Fermandariya Hêzên Piştevanî ya Yekem a Pêşmerge li devera Hacî Omeranê kir û ji aliyê Fermandar Ferîq Sîhad Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge da û destnîşan kir ku Pêşmerge her dem parêzvanê destkeftiyên niştimanî, qewareya destûrî, asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê ye.

 

 

Basnews

Top