• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî û Zalmay Xelîlzad rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Gulan Media November 4, 2025 Nûçe
Serok Barzanî û Zalmay Xelîlzad rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî û Balyozê berê yê Amerîkayê Zalmay Xelîlzad proseya siyasî û hilbijartinên Iraqê, herwiha rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî ve, Serok Mesûd Barzanî îro 3'ê Mijdarê pêşwazî li dîplomatkar û Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê, Zalmay Xelîlzad kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de, derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Iraqê û herêmê de danûstandina nêrînan hate kirin.

Herwiha di hevdîtinê de ronahî hate xistin ser proseya siyasî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê.

 

K24

Top