• Tuesday, 03 February 2026
logo

Nifûsa wê nîvê ya Hewlêrê ye û ji serxwebûnê kêmtir naxwaze

Gulan Media November 4, 2025 Nûçe
Nifûsa wê nîvê ya Hewlêrê ye û ji serxwebûnê kêmtir naxwaze

 Biyabana Rojava, wekî "koloniya dawî ya Afrîkayê" tê naskirin. Gelê wê yekane gelê Afrîkayê ye ku hêj serxwebûna xwe bi dest nexistiye.

Rûberê wê nêzîkî heft qatî Herêma Kurdistanê ye lê hejmara şêniyên wê nagihîje nîvê parêzgeha Hewlêrê yanî 600 hezar kes li wî welatî dijîn.

Roja înê, Encumena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî biryareke bi nîqaş li ser siberoja wî welatî derxist.

Biryara ku Amerîkayê piştgirî dida, pişta plana Fasê ya ji bo otonomiyê digire. Fas naxwaze serxwebûna tam bide Biyabana Rojavayê.

Encûmenê diyar kir ku divê alî dest bi dan û standinan bikin.

Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz got, "Em bangî hemû aliyan dikin ku di van çend hefteyên bê de bên ser maseya dan û standinan û beşdarî gotûbêjeke cidî ya li ser pêşniyara otonomiyê ya Fasê bibin."

Neteweyên Yekbûyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Staffan de Mistura dê serpereştiya hewlên çareseriyê bike.

Staffan de Mistura berê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê bû. Ev pirsgirêk zêdetirî 50 salan e berdewam dike û 10 heta 20 hezar kes di vî şerî de hatine kuştin.

Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Haq ji Rûdawê re got, "Helbet, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî Staffan de Mistura dê serpereştiyê bike û dê vê biryarê bi kar bîne da ku bi aliyan re têkiliyê deyne û bibîne ka em dikarin ji nû ve dest bi dan û standinan bikin."

Welatê Afrîkayê Sierra Leoneyê ku endamê Encumena Asayişê ye, piştgirî da biryarê.

Rûdawê ji Balyozê Sierra Leoneyê pirsî: "Welatê we xwedî dîrokeke dijî kolonyalîzmê ye û mafê çarenivîsê diparêze. Hûn çawa dengê xwe yê ji bo otonomiyê bi van prensîban re diguncînin?"

Balyozê Sierra Leoneyê yê li Neteweyên Yekbûyî Michael Imran Kanu di bersiva xwe de ji Rûdawê re got, "Li Biyabana Rojavayê, înîsiyatîfek heye ku piraniya welatên endam piştgiriyê didin wê.

Ev dikeve çarçoveya prensîba mafê çarenivîsê loma em piştrast in ku ev yek li gorî yasayên navneteweyî û bendên Neteweyên Yekbûyî ye."

Li Neteweyên Yekbûyî, nûnerê Biyabana Rojavayê, herêma Eniya Polisario ye û ew bi tundî li dijî biryarê derket. Polisarioyê ragihand ku ew ji serxwebûna tam kêmtir tiştekî qebûl nakin.

Nûnerê Eniya Polisarioyê Sidî Omer got, "Eniya Polisario yekane nûnera rewa ya gelê Biyabana Rojava ye. Gel li hemû cîhanê daketiye kolanan û bi dengekî bilind û zelal dibêje ku ew bi tundî dev ji mafê çarenivîs û serxwebûnê bernadin."

Rûdawê pêwendî bi nûneratiya Fasê ya li Neteweyên Yekbûyî re kir lê ti bersiv wernegirt.

Li Encumena Asayişê tenê Cezayir li dijî biryarê sekinî û piştgirî da serxwebûna Biyabana Rojavayê.

Balyozê Cezayirê yê li Neteweyên Yekbûyî Emmar Bencame got, "Ev biryar gelekî di bin asta hêvî û daxwazên rewa yên xelkê Biyabana Rojavayê de ye."

Çîn û Rûsyayê dengê bêalî bi kar anîn. Ji ber ku ti welatekî veto nekir, proje hat pesendkirin.

Ji ber dijberiya tund a Biyabana Rojavayê û redkirina otonomiyê, ne diyar e ka dê bandora vê biryarê li ser erdê çawa be.

Rudaw

Top