Serok Barzanî beşdarî serxwaşiya Ferîq Îbrahîm Ehmed Fetah Pêdawî bû
Îro roja duşemê li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, beşdarî serxweşiya xebatkar û pêşmergeyê qehreman rehmetî Ferîq Îbrahîm Ehmed Fetah Pêdawî bûn.
Serok Barzanî ji nêzîk ve hevxemî û serxwaşiyên xwe gehand malbat û kesûkarên rehmetî û hêvî xwest ku xwedayê mezin canê xwedê jê razî bi biheştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wî.
Pêşmergeyê qehreman Îbrahîm Ehmed Fetah Pêdawî ji ber sedema nexwaşiyê li welatê Amerîkayê koça dawî kiribû.
Rehmetî Îbrahîm Ehmed Fetah Pêdawî her di temenê xwe yê ciwantiyê de çeka şerefê ya pêşmergetiyê bo parastina li welatê me li milê xwe kiribû û heta dawiya jiyana xwe di xebat û tekoşînê de berdewam bû.
Basnews
