• Monday, 09 February 2026
logo

Amerîka: Rûsya ji Esed nerazî ye

Amerîka: Rûsya ji Esed nerazî ye
Şandiyê Amerîkayê ji bo Sûriyê û nûnerê wê di şerê li dijî DAIŞê de ragihand, ku Rûsiya ji Esed nerazî ye û armanca wan li Sûriyê, derxistina Îranê ji wî welatî ye.

James Jeffrey, şandiyê Amerîkayê ji bo Sûriyê û nûnerê wê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, di peywendiyeke telefonî de li gel Berdevka Wezareta Derve ya Welatê xwe re, ragihand, ku Rûsya ji Serokê Sûriyê Beşar El-Esed nerazî ye.

Jeffrey diyar kiriye ku ew jî tiştekî baş e ku Rûsya nermbûneke taktîkî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê nîşan bide.

Herweha Jeffrey got, armanca wan li Sûriyê, ne derxistina Rûsya ji Sûriyê ye, ji ber ku peywendiyên Rûsya bi Sûriyê rêkevtin in, lê Jeffrey dibêje, niha armanca wan li Sûriyê derxistina Îranê ye.

Şandiyê Amerîka ji bo Sûriyê li ser nakokiyên di navbera Beşar El-Esed û Ramî Mexlûf de jî got, ku ew nakokî girîng in, ji ber ku Ramî Mexlûf aboriya Sûriyê kontrol dike û şirîkê Esed e û herweha kesekî bi bandor e di nava Taîfa Elewî de li Sûriyê.

Rudaw
Top