• Tuesday, 03 February 2026
logo

Erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan Efxanistan hejand

Gulan Media November 3, 2025 Nûçe
Erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan Efxanistan hejand

Li bakurê Efxanistanê îro berê sibê erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan rû da.

Di encamê de herî kêm 5 kes mirin û 143 kes jî birîndar bûn.

Saziya Birêvebiriya Karesatên Neteweyî ya Efxanistanê ragihand ku erdhej bûye sedema zererên madî jî.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku erdhejê bi dema herêmî derdora saet 01:00ê (Roja Yekşemê 20:30 GMT) li kûrahiya 28 kîlometreyan li nêzîkî Mezar-î Şerîfê rû daye ku yek ji bajarên herî mezin ên welêt e.

 

Rudaw

Top