• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê dibistanên Xiristiyanan ji nû ve hatin vekirin

Gulan Media November 3, 2025 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê dibistanên Xiristiyanan ji nû ve hatin vekirin

 Roja duşemê dibistanên girêdayî dêrên Xiristiyanan ên li Rojavayê Kurdistanê ku berê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin, careke din hatin vekirin.

Hat ragihandin ku ew dibistan dê rêbazên xwendinê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi kar bînin.

Berpirsê Dêra Yekîtiya Xirîstiyanên Dêrikê Keşe Dr. Neîm Yûsif ji Rûdawê re ragihand ku biryara vekirina dibistanan karvedanên erênî li pey xwe anîne û spasiya General Mezlûm Ebdî kir.

“xwendekar ji hemû pêkhateyan in”

Keşe Dr. Neîm Yûsif got:

“Vêdengeke ciwan û fehesîneke giştî ji ber biryara vekirina dibistanan li navçeyên Rêveberiya Xweser çêbû.

Ji ber ku mirov dikare ji her tiştî bi hêsanî têmaşe bike ji bilî mijara paşeroja zarokên xwe.

Bêguman, xwendekar jî ji hemû pêkhateyan in. Ji ber vê yekê em gelek spasiya hemû kesên ku di vê mijarê de alîkar bûn dikin.

Ez dizanim ku kesên alîkarî kirin rastî gelek rexneyan hatin, lê ev ne girîng e, tişta girîng ew e ku di encamê de sûdmend û zerermend nîne. Sûdmend milet bû.

Em spasiya General Mezlûm Ebdî dikin ji bo hewlên wî û hemû aqilmend û hişmendên Rêveberiya Xweser.

Silav li Rêveberiyê, silav li Sûriyeyê û Xwedê bereketa xwe li we hemûyan bike.”

Ji destpêka sala nû ya xwendinê ve, Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser biryar dabû ku hemû dibistanên ku rêbazên hikûmeta Sûriyeyê bi kar tînin, bên girtin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, 23 dibistanên girêdayî dêran ve ketibûn ber vê biryarê.

 

Rudaw

Top