Adil Mela Salih pirsa referandûm û dewleta Kurdî li Kongreya Aştiya Cîhanî ya li Qahîrê kir rojev
Adil Mela Salih, ku wekî Hakim Adil navdar e, wekî yekane Kurd di nav nûnerên zêdetirî 20 welatên Erebî û biyanî de bi cilkên Kurdî û alaya Kurdistanê ve, wekî Balyozê Aştiyê yê Herêma Kurdistanê tevlî Kongreya Aştiyê ya Cîhanî li Qahîreyê bû.
Hakim Adil di daxuyaniyekî de ji K24ê re ragihand: “Ez serbilind im ku bi cilkên Kurdî yên resen û alaya Kurdistanê ve çanda Kurdewarî bi cîhana Erebî û biyanî didim nasîn.”
Navborî herwaha got: “Min gelek eşkere li beranberî nûnerên 20 welatên Erebî ragihand ku, Rojhilata Navîn aştî û tenahiya rastîn nabîne heta ku ragihandina herdu dewletên Kurdî û Filistînî ji xewnê nebe rastî.”
Hakim Adil di Kongreya Aştiyê ya Cîhanî de li ser referandûmê û xwesteka piraniya reha ya gelê Kurd ji bo serxwebûnê axivî û got: “Min ji kesên amadebûyî re ragihand ku, faktorên derve û navxwe encamên referandûmê rawestandin. Eger ne, ji 90% zêdetir a gelê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê xwe bi "belê" daye.”
Hakim Adil diyar kir: “Kongreya Aştiyê ya Cîhanî her sal li Qahîreya paytexta Misrê tê lidarxistin. Ev cara sêyê ye ku ez wekî yekane Kurd tevlî wê dibim.” Herwaha got: "Careka din jî baweriya Navenda Aştiyê bi min hat dan, ku ez wekî Balyozê Aştiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê karên xwe di warê karê aştîxwazî û xêrxwaziyê de bidomînim. Herwaha min bi awayekê fermî li ser karê komîteyan, raspardeyan, raportên dawiyê û kongreyê îmze kir."
Basnews
