• Monday, 09 February 2026
logo

Hejmara kesên bi Korona ketine 4 milyon derbas kir

Hejmara kesên bi Korona ketine 4 milyon derbas kir
Vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ku zêdetir 180 welatên cîhanê belav bûye, li seranserî cîhanê zêdetir 4 milyon kes bi wê vîrusê ketine.

Li gor amarên hatine tomarkirin, heta niha li seranserî cîhanê zêdetir ji 4 milyon û 152 hezar kes bi vîrusa Korona ketine û zêdetir ji 276 hezar kesî jî pê canê xwe jidest dane. Herwiha nêzîkî 1. 4 milyon kes jî baş bûne.

Heta niha zêdetirîn qurbaniyên koronayê li Amerîkayê hatine tomarkirin. Li gor dawîn amaran. Li gor rêzbendiya welatên heta niha zêdetirîn pêketî hene, wiha ye:

Amerîka:1,322, 163
Ispaniya: 260,117
Îtaliya: 217,185
Brîtanya: 211,364
Rûsya: 187,869 hezar


Rêzbendiya welatan ji aliyê mirina bi vîrusa Koronayê, heya niha bi vî awayî ye:

Amerîka: 63,019
Birîtaniya: 31,241
Îtaliya: 29.,079
Ispaniya: 26,070
Fransa: 24, 895


Vîrusa Korona yekem car li bajarê Wuhan a Çînê derketibû û Çîn jêdera wê vîrusê bû, lê niha Amerîka û Ewropa bûne navenda wê vîrusê û bi hejmarên mezin kes bi wê vîrusê dikevin û canê xwe jidest didin.

K24
Top