• Monday, 09 February 2026
logo

Fermangeh û dezgehên hikûmetê bi dermanên antî vîrus tên şûştin

Fermangeh û dezgehên hikûmetê bi dermanên antî vîrus tên şûştin
Tevahiya fermangeh û dezgehên hikûmetê yên li Hewlêrê bi dermanên antî vîrus tên şûşstin.

Bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sibê beşek ji fermangeh û dezgehên hikûmetê, ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê hatibûn girtin, vedibin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, bo amadekirina fermangeh û dezgehên ku sibê vedibin, îro tîmên tenduristiyê dest bi dermankirina wan kirine.

Tevahiya wan dezgeh û fermangehan dê bi dermanên antî vîrus bên şûşstin.

Basnews
Top