Li Efrînê 2 çekdar hatin kuştin
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 2 çekdarên ser bi grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve ku Tirkiye piştevaniya wan dike, hatin kuştin termên wan li ser rêya di navbera nahiya Cindirêsê û gundê Dêr Belûtê hatine dîtin.
Li gorî çavkaniyên Rûdawê, destên herdu çekdaran girêdayî bûn, ev jî nîşana wê yekê ye ku ew hatine girtin û paşê hatine kuştin.
Heta niha nasnameya her du çekdaran û grûpa wan a leşkerî nehatine naskirin.
Li aliyê din li bajarê Serê Kaniyê jî welatiyê bi navê Mehmûd Ehmed el-Selame hate kuştin.
Çavkaniyekê ji Serê Kanî ji Rûdawê re da zanîn ku ew welatî polîsekî berê yê hikûmeta Sûriyê bû û xanenişîn bû û ji mêj ve li wî bajarî niştecî bûye.
Mala wî li hember nifûsa Serê Kaniyê ye û niha baregeheke çekdarên Siltan Murad cîranê mala wî ye.
Heta niha sedema kuştina wî û nasnameya kujerên wî nehatine naskirin.
Rudaw
