Daner Ebdilxefar berbijêrê PDKê li Hewlêrê: Tenê PDK di xema avadakirina Kurdistanê de ye
Berbijêrê hejmara 11 li lîsta PDKê li nazneya Hewlêrê radigehîne ku Partiya Demokrat a Kurdistan berovajî Hizbên din ên Kurdistanê, hertim di xema avadankirina Kurdistanê de bûye û berepaniya mafên rewa ên kurdan kiriye.
Dr. Daner Ebdulxfar, berbijêrê hejmara 11 a ji lîsta 275 a Partiya Demokrat a Kurdistan “PDK”ê li bazneya Hewlêrê ji BasNewsê re ragehand: “PDK ew partiye ku hertim di hewla parastin û berevanîkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê de ye û li ser mafên gelê kurd tavîzan nade. PDK di dilê gelê xwe de ye hatiye çandin û roj bi roj di pêşketinê de ye, PDK daxwaz û xwasteka xwe ya netewendinê radigehîne, îro ji bo ku pêgeha kurdan bihêz be, pêwîste PDK li Bexdayê bihêz be; ji ber ku ew parastina ku PDK dike ti aliyekî din nekiriye û nakin jî.”
Herwaha aşkera dike: “Hindek alî ji bo xapandina gel dibêjin ku Herêma kurdistanê li gel Bexdayê li hev nake, eve rast nîne û berovajî wê, raste, ew Bexdaye ku bi behaneyên cuda naxwaze li gel Herêma Kurdistanê were rê, pirsgirêk jî ew zîhniyeta navendîparêz a ku hîn jî li Bexdayê serdest e ye, baweriya xwe bi federalîzmê nayne, baweriya wê bi hevbeşiyê nîne ku destûra Iraqî li sala 2025’an ji nû ve hatiye nivîsandin û dixwazin hegemoniya wan hebe û ew kesên ku li Bexdayê hikûm dikin, hemû biryar di bin destê wan de bin û cîbicîkirina destûrê asteng kiriye, Herêma Kurdistanê her tim nermî nîşan daye, lê hikûmeta Iraqê vê yekê înkar dike û naxwaze lihevkirinekê bike.”
Daner Ebdilxifar herwaha dibêje: “Hikûmeta Iraqê wan zextên ku dike çavên wê bi van pêşketinên li Kurdistanê nabîne, eger em bi sala 2014’an re bidin ber hev, ti bûdceyek bo Herêma Kurdistanê nehatiye, Lê belê, Herêma Kurdistanê ji aliyê dewlemendî û projeyan ve bi Bexdayê re nayê berawirdkirin. Bi dehan milyar dolar li Bexdayê tên xerckirin, lê projeyên xizmetguzariyê nînin, lê li Herêma Kurdistanê, tevî van astengiyan, bi sedan proje hatine bicîhanîn, nemaze di kabîneya nehan de, ku vejandineke mezin a avadaniyê hebû li rê û av û elektirîk û bendav û Hejmara Min û kembera keskahiyê, evane encamên wê ne ku Hİkûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî di karên xwe de serkeftî bû ye.”
Basnews
