• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî li parêzgeha Duhokê bi Pêşmergeyên saziyên Îlon û Gulanê û girtiyên siyasî re civiya

Gulan Media November 2, 2025 Nûçe
Serok Barzanî li parêzgeha Duhokê bi Pêşmergeyên saziyên Îlon û Gulanê û girtiyên siyasî re civiya

Îro piştî nîvro 1.011.2025, li bajarê Duhokê Serok Mesûd Barzanî li gel Pêşmergeyên saziyên Îlon û Gulanê û zindaniyên siyasî yên li sînorê Duhokê civiya.

Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û destpêkê spasiya berxwedan û xebat û westandina wan kesên di şoreş û berxwedan û zindanan de kir û got: “Azadî û destkeftiyên ku me niha bi dest xistine bi saya kerema Xwedê, xwîna şehîdan, hêstirên dayikên şehîdan û êş û xebata we ne. ji ber wê jî ku ez niha li gel we runiştime, hizir û fikra min asudeye.”

Serok Barzanî axaftinek di derbarê hilbijartinên dema borî ya Herêma Kurdistan û hilbijartinên Iraqê û qonaxên wan hilbijartinan de aşkera kir. Herwaha behsa nivîsa destûra Iraqê û pabendbûna bi destûrê ji aliyê Bexdayê ve û serhildana pirsgirêkan kir bi taybet jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Herwaha di derbarê dîroka zilm û zordarî û qirkirina li hember xelkê Kurdistanê bo amadebûyan rave kir û got: “Wan welatê me bi her awayî wêran kir û me jî di çend salên borî de ji bo ji nû ve avakirin û pêşxistina Kurdistanê hewlên mezin dane. Lê me li ser karkirina bo xizmet û avedan kirina Kurdistanê her berdewam kiriye û em ê berdewam bikin. Hîn jî gelek astengî û komplo hene ku me rawestînin, lê em ê bi piştgiriya Xwedê û miletê xwe berdewam bikin.”

Serok Brazanî ji kesên amade re got: “Çawa ku we di dema borî de di çeperan de şerê qehremaniyê kir, niha jî şerekî mezin li holêye ku dixwazin civaka Kurdistanê bi planên cûrbecûr tevlîhev bikin û tune bikin, bi taybetî jî bi rêya belavbûna madeyên hişber, di hilbijartinê de jî divê bi heman ruhiyetê berxwedana çeperê kar bo serkeftinê û nîşandana çepera PDKê bikin.”

Serok Barzanî herwaha tekez kir ku “Divê em bi xwe hebin û çaverêyê kesekî nebin, her bo mînak; çendîn car Kurdistan kete ber êrîşên pir metirsîdar, tenê pêşmerge parastina xelkê kir.”

Di derbarê rewşa navxwe de jî Serok Barzanî got, “Gelek projeyên mezin hatine cîbicîkirin û projeyên mezintir jî di bernameyê de hene da ku miletê me pişta xwe bispêre. Ji ber vê yekê, em pişta xwe didin miletê xwe û Pêşmergeyan û em ê di bin tu zextê de tawîzê nedin maf û prensîbên xwe.”

 

Basnews

Top