Dem Partiyê pêşniyarên xwe yên girêdayî pêvajoya aştiyê pêşkêşî Erdogan kirin
Şanda Dem Partiyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya û di ragihandinekê de got ku, wan nêrîn û pêşniyarên xwe berçav kirine.
Şanda Dem Partiyê îro 30.10.2025, ji bo cara sêyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Dem Partiyê piştî wê civînê ragihandinek parve kir û tê de got ku, Endamên Şanda Îmraliyê Pervin Buldan û Mithat Sancar bi Serokkomarê Tirkiyê re li ser pêngavên pêvajoya aştiyê civiyan.
Wê ragihandinê amaje jî da: “Di wê civînê de, ku nêzîkî saetekê dom kir û Serokê Saziya Îstîxbarata Mîlî ya Tirk (MÎT) Îbrahîm Kalin jî beşdarî wê civînê bibû, Şanda Dem Partiyê nêrîn û pêşniyarên xwe li ser rewşa niha ya pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk û kiryarên paşerojê pêşkêş kirin.
Civîna yekê ya Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyê li roja 10ê Nîsana îsal hat kirin, ku Pervin Buldan û endamê koçkirî yê Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê Sırrı Süreyya Onder tevlî wê bûbûn.
Civîna duyê jî ya Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyê li roja 7ê Tîrmeha îsal hat kirin, ku Parvîn Buldan û Mithat Sancar tevlî wê bûbûn.
Basnews
