• Monday, 09 February 2026
logo

Brîtanyayê 400.000 kelûpelên tendirustî li Tirkiyê vegerandin

Brîtanyayê 400.000 kelûpelên tendirustî li Tirkiyê vegerandin
Hikûmeta Brîtanyayê 400 hezar kelûpelên tendirustî yên ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê ku ji Tirkiyê hawirde kiribûn, bi sedema ku bi kêrî nayên, vegerandin.

Li gor nûçeya BBC Tirkî, hikûmeta Brîtanyayê meha Nîsanê, 400.000 kelûpelên xwe parastina ji vîrusa koronayê ku ji Tirkiyê hawirde kiribûn bi sedema ku ne li gor standarên wî welatî ne û bi kêrî bikaranînê nayên, vegerandin.

Hikûmeta Brîtanyayê meha Nîsanê ji bo karmendên tendirustiyê bi giştî 84 ton kelûpelên xweparastina ji vîrusa koronayê ji Tirkiyê hawirde kiribûn.

Lê li gor zanyariyên hatine belavkirin, ew kelûpel ne li gor stardan e û bi kêrî nayên û ji ber wê yekê di depoyekê de hatine ragirtin û dê bên vegerandin.

Ev di demekê de ye ku li Brîtanyayê bi belavbûna vîrusa koronayê kêmasiya kelûpelên xweparastina ji vîrusa koronayê rû daye ku ew kelûpel ji bo karmendên tendirustiyê yên çareseriya nexweşên koronayê dikin, gelek girîng in.

Li Brîtanyayê di kerta tendirustî de nêzikî 1,6 milyon kes kar dikin û berî niha hatibû ragihandin ku kelûpelên pizîşkî û tendirustî yên li wî welatî têrî karmendên tendirustiyê nakin.

Wezareta Tendirustiyê ya Brîtanyayê jî ragihandibû ku ew ji bo dabînkirina kelûpelên tendirustî li ser çend bijardeyan kar dikin û di vê çarçoveyê de 400.000 kelûpelên tendirustî û pizîşkî ji Tirkiyê hatibûn hawirdekirin.

Rudaw
Top