Mihemed Seadedîn: Em xwe deyndarê Serok Barzanî û PDKê dibînin û Tirkmen dê dengê xwe bidin PDKê
Heft partiyên Tirkmenî piştgiriya xwe ji bo lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi hejmar 275 di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de ragihandin. Serkirdeyekî Tirkmenî dibêje ku ji ber nebûna kursiya kota ji bo Tirkmenan, dengdana PDKê ji bo partiyek têkoşer û welatparêz li Bexdayê derfeta herî baş e ku mafên wan bike û biparêze.
Heft partiyên Tirkmenî biryar dane ku di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de dengê xwe bidin PDKê. Di vê derbarê de, Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî Mihemed Seadeddîn Îlxanî sedemên vê biryarê ji BasNewsê re rave kir û got: "Piştî ku her heft partî civiyan da ku helwesta xwe diyar bikin û derbarê kursiya kota bo Tirkmenan di vê helbijartinê de ji ber ku tine ye, me rast dît ku piştevaniyê li partiyekî tekoşer a bihêz û niştimanperwer bikin, ku hejmara kursiyên wan li Iraqê zêdetir bibe.’’
Îlxanî tekez kir ku ev gav armanc dike ku avahiya destûrî û federal a Herêma Kurdistanê biparêze, ji ber ku ew bawer dikin ku "parastina avahiya Herêma Kurdistanê, parastina rûmeta hemû pêkhateyan e", di heman demê de ji bo ku PDK bikare li Bexdayê berevaniyê li mafên hemû pêkhateyan bike ye.
Navborî behas ezmûnên sîh sal kirina li gel rêveberiya PDKê kir û got: "Ev sîh sale me ezmûnekî gelek baş heye li gel Serok Barzani û serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re, bi taybet di parastin û berevanî kirina mafên netewî yên Tirkmen de.’’
Mihemed Seadedîn helwêsta PDKê û Serok Barzanî di pirsa kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê de bilind nirxand û ragehand: "Raya giştî ya Kurd, Iraqî û navneteweyî dizane ku Dadgeha Federal kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê red kiribû. Bi piştgiriya Serok Barzanî û helwesta siyasî ya serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê wê demê ragehand ku beşdariya helbijartinekî nakin ku pêkhateyên Herêma Kurdistanê kursiyên wan nebe û ew helwêst bû sedem ku Dadgeha Federal a Iraqê biryara xwe li berçav re derbas bike û kursî ji bo Tirkmen û mesîhiyan wegerîne.’’
Herwaha dawiyê de jî teqez kir: "Gelê Tirkmen her gav helwesta Serok Barzanî û hemû partiyan dîtiye û li ber çavê wan e û xwe deyndarî Serok Barzanî û PDKê dizanin. Ji ber ku PDK hemû demekî li pişt pêkhateyan bûye, em jî îro di vê helbijartinê de piştevaniyê li Serok Barzanî û PDKê û lîsteya 275ê dikin.’’
Basnews
