Telat Tahir: Mesrûr Barzanî tirsên Kurdistaniyan a siberojê ji holê rakir
Mamostayê zanîngehê dibêje, Kurdistanî berdewam tirsa wan ji peywa (Sibe) ango siberojê hebûye ku dê rastî karesat û belayên mezin bên, lê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ew tirsa xelkê Kurdistanê bi awayekî mayînde ji holê rakir.
Mamostayê Zanîngehê Telat Tahir Hemed Elî li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye: "Fobiya ‘Sibe’ ji bo ên din e û hilbijartina Lîsteya 275ê ye.
Herwaha dibêje: "Berê, hemû Kurd tirsa wan ji sibê hebû, dê çi bibe û çarenivîs nediyar bû. Naha dema ku em peyva sibe dibîhîsin, em hemû dizanin projeyek din a karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bê zêdekirin.
Dawiyê de jî dibêje: "Mesrûr Barzanî tirsa Kurdan a ji Sibeyê bi awayekî mayînde ji holê rakir.
Basnews
