• Tuesday, 03 February 2026
logo

Siyasetmedar Aso Kerîm: Dengên PDKê di hilbijartinên dawî yên li Iraq û Kurdistanê de ji milyonekê zêdetir in

Gulan Media October 30, 2025 Nûçe
Siyasetmedar Aso Kerîm: Dengên PDKê di hilbijartinên dawî yên li Iraq û Kurdistanê de ji milyonekê zêdetir in

 Endamekî berê yê parlementoya Iraqê, bi rêje û datayan ve îspat dike ku wekî encamên hilbijartinên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê jî nîşan didin Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê bi hêsanî ji milyonekê zêdetir dengan bi dest bixe.

Siyasetmedar Aso Kerîm li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku PDK dê ji milyonekê zêdetir dengan bi dest bixe. Belgeyên ji bo wê îdîaya xwe jî waha rawe dike:

1) Di Kanûna 2023an de, ji bo encumenên parêzgehên Iraqê hilbijartin hatin lidarxistin, ji bilî Herêma Kurdistanê, PDKê li çar parêzgehan dengên bidestxistine waha ne: Nînowa: 141,052 deng, Kerkûk: 52,278 deng, Diyala: 7,790 deng û Selahedîn: 714 deng.

2) Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên ku di 20ê Cotmeha 2024an de hatin lidarxistin de, dengên PDKê bidestxistine waha ne: Hewlêr: 347786 deng, Duhok: 402152 deng, Silêmanî: 57916 deng û Helebçe: 4940 deng ku bi giştî dike = 812794 deng.

3) Herdu hejmaran li jor hatine nivîsandin jî dema ku mirov kom bike hejmara derdikeve waha ye: 1014,628 deng.

Herwaha derveyî wan hejmarên ku li jor hatine diyar kirin jî, ‘’Li Kurdistanê, nifşek din ku êdî mafê wan ê dengdanê heye peyda bûye û li parêzgehên din jî du nifşên din mafê bikaranîna deng û temenê wan geheştiye ku ji wî mafê sûd wergirin û dervey wan hemûyan jî pêheh û helwêsta PDKê naha gelek bihêztir bûye.

 

Basnews

Top