• Thursday, 05 February 2026
logo

Ehmed Şera Iraqê wek welatekî serkeftî nabîne

Gulan Media October 30, 2025 Nûçe
Ehmed Şera Iraqê wek welatekî serkeftî nabîne

Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera dibêje ku têkiliyên wî yên mînakî bi Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî re hene, ku berevajî Iraq û Misrê dewletên serkeftî ne.

Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera ji ber gotinên xwe yên li ser Iraq û Misrê, ku Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeter wek dewletên serkeftî bi nav kir, di nav çalakvanên medyaya civakî de bertekên berfireh derxist holê.

Li gor nûçeya CNNê daxuyaniyên Şera bûne sedemên bertekan û di dema civînekê de li konferansa Înîsiyatîfa Veberhênana Pêşerojê ya 2025an li Riyadê ragehand: "Em (li Sûriyê) xwedî îmtiyazên mezin in ger ev bi vê nêrîna (Vîzyona Siûdiye bo 2030) hev bigrin, dê bi cureyek temamkirina hev ava bibe."

Herwaha got: "Îro Sûriyê peywendiyekî mînak li gel Tirkiye û herwaha peywendiyekî mînakî li gel qraliyeta Erebistana Siûdî û herwaha li gel Qeter û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî re hene. Ev welatên serkeftî ne. Bi baweriya min û li gel rêzgirtina li welatên din, welatên mîna Misir, Iraq û yên din jî serkeftî ne, lê ew dewletane bi hewldanên zêde û lezekî zêde ve kar dikin û hemdem in li gel wan guhertinên li cîhanê pêktên û herwaha pêşkeftina teknolojîk û tiştên din.

 

Basnews

Top