Rojhilat: 3 pasdarên Îranê hatin kuştin
Biryargeha Hemze Seyid El Şuheda ya ser bi Supaya Pasdaran ve di daxuyaniyekê de aşkere kir, pevçûn li navçeya Dîwandere ya parêzgeha Sineyê li gel "grûpeke dijî şoreş" pêk hatiye û di encamê de efserek û 2 pasdarên pê re hatine kuştin. Lê di daxuyaniyê de amaje bi navê wê grûpa çekdar nehatiye kirin.
Hikûmeta Îranê partî û rêxistinên opozisyona xwe ya li derve û bi taybetî jî hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê wek "grûpên dijî şoreşê" bi nav dike.
Biryargeha Hemze Seyid El Şuheda herwiha diyar kiriye, her 3 pasdarên ku hatine kuştin ji hêzên "Supaya Bêyt El Muqedes a Kurdistanê" ne. Di daxuyaniyê de nasnameya efserê kuştî yê Supaya Pasdaran jî hatiye aşkerekirin û hatiye gotin, "di pevçûnê de, efserê bi nave Şekîba Selîmî li gel 2 pasdarên li gel" jiyana xwe ji dest dane.
Biryargeha Hemze destnîşan kiriye, ku di pevçûnan de hejmarek endamên grûpa dijî şoreşê jî hatine kuştin, lê ti amaje bi hejmara wan kesan nake û diyar nekiriye, ka termên wan kesan di destê Pasdaran de ne yan na.
Biryar e merasima cenaze ya her 3 endamên Supaya Pasdaran sibe Çarşemiyê saet 09:00 serê sibehê li bajarên Dîwandere, Qurwe û Bîcarê bihê lidarxistin.
Hêj ti kom û aliyekî çekdarî yên Rojhilatê Kurdistanê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane û ti aliyekê berpirsatiya pevçûnê li xwe negirtine.
Rudaw
