Ji Niyaz Hacî bo partiyên Îslamî: Ew pereyê we li ser navê Xezeyê berhev kiriye hûn ji bo kampanyayên hilbijartinê bikartînîn
Çalakvanekî siyasî eşkere kir ku pereyê ku ji hêla partiyên Îslamî ve di kampanyaya hilbijartinê de tê bikar anîn ji hêla gel ve hatiye bexşandin û li ser navê Xezeyê hatiye berhevkirin. Wî tekez kir ku ev partî li ser navê olê gendeliyê dikin.
Çalakvanê siyasî Niyaz Hacî di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsek belav kir û ragehand: "Hûn bangeşeya çi dikin? Hûn van hemû derewan ji ku tînin? Di rewşa herî baş de, hûn dê kom kirina alîkariya mîna Xezeyê bikin. Tenê serbilindiya we beşdarbûna referandûmê bû, dûv re poşman hûn poşman bûn û we paşve gav avêt. Serbilindiyê bi wan yek du parlamenteran dikin ku berdevkiyê ji bo Heşdî Şeibî dikin û li Bexdayê zêdetir dijî Herêma Kurdistanê ne û derveyî wê we çi kiriye?’’
Herwaha got: "Gendeliya li ser navê olê ji gendeliya pereyan pir metirsîdartir e. Ger partiyên sekuler bi pereyan gendelî kiribin, we li ser navê Xwedê û ola Xwedê gendeliya herî mezin kiriye. Ji min re bibêjin hûn li çi welatekî bûne xêr û bereket? Derveyî şer û alozî û kawilbûnê we çi aniye?’’
Çalakvanê siyasî Niyaz Hacî diyar kir: "Te bi milyonan dolar li ser navê Xezeyê berhev kirin, lê te ew bi çend tasên şorba birinc telef kirin, û niha hûn wî pereyî ji bo kampanyaya hilbijartinê bi kar tînin. Ez behsa şûştina pereyan ji bo Hamasê nakim.’’
Herwaha got: "Di rewşa herî baş de, şahesera we rewşa naha ya Xezeyê ye, û hûn dê wê wek serkeftin bifiroşin! We hewl da ku Kurdan tevlî bikin. Bilindkirina ala Kurdistanê li Xezeyê ne ji ber dilsoziya bi Kurdan re bû, lê ji bo reşkirina Kurdan bû. Ew welatên ku bi kiryar alîkariya Xezayê dikirin me qet ala yek ji wan nedît li Xezeyê. Cîhên ku pêwîste ala Kurdistanê lê bê bilindkirin hûn li wan deran xuya nakin, lê cîhên ku ji bo me bibin serêşî hûn li wan deveran hene û amadene û ala Kurdistanê bilind dikin.’’
Dawiyê de jî got: "Dema ku medyaya we bernameyan amade dike û dibêje ku balafirên Îsraîlê bi benzîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xezeyê û Îranê bombebaran dikin, divê ji te çi were hêvîkirin?"
Basnews
