Bextiyar Talebanî: Serokê YNKê newêrîbû peyvekê li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê bibêje
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di axaftina xwe de behsa Kerkûkê wekî bajarekî Kurdî nekir, ku ev yek ji aliyê çalakvanan ve rastî rexneyên tund hat.
Vê derbarê de Çavdêrê siyasî Bextiyar Talebanî li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku Bafil di temamê axaftina xwe de behsa Kurdbûna Kerkûkê nekiriye.
Herwaha diyar kir: "Roja ku Xezelî, Kaldanî û Asî gotin ku YNKê soz daye ku li Kerkûkê behsa Kurdistanîbûna Kerkûkê neke, min wisa zanî ew derew û buxtan in, lê mixabin îro ew gotinên wan hat piştrast kirin.’’
Di vî warî de, çalakvanê siyasî, Bextiyar Sapan ji BasNewsê re got ku Bafil Talebanî ji tirsa ku dilê hevalên xwe yên milîs biêşîne û ji bo ku dilê Erebên şovenîst neêşîne, Kerkûkê wekî Kurdistan nabîne. Heta ji şovenîstên ereb jî zêdetir gotinên Cîgirê Serokê PDKê birêz Kak Mesrûr red dike ku wî Kerkûk wekî bajarekî dagirkirî bi nav kir. Lê ev yek belgeye ku Bafel Talebanî li ser cehştiyê û dijatiya Kurdistanîbûna Kerkûkê berdewame.
Herwaha got: "Divê xelkê Kerkûkê vê yekê qebûl nekin. YNK ji bo Kerkûkê bûye bela û bin ve bin ve qebûl kiriye ku Kerkûk ne bajarekî Kurdistanê ye.’’
Basnews
