• Tuesday, 03 February 2026
logo

Nûnerê taybet ê Trump dê bi dizî geheşt Bexdayê û bi rêberên siyasî re dicive

Gulan Media October 29, 2025 Nûçe
Nûnerê taybet ê Trump dê bi dizî geheşt Bexdayê û bi rêberên siyasî re dicive

Rojnamevanekî navdar ê Iraqî got ku nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Iraqê Mark Savaya, di rojên dawî de bi dizî serdana Bexdayê kiriye û bi hejmarek rêberên siyasî re civiyaye.

Rojnamevanê navdar Hesam Haj, bi nêzîkbûna xwe ya bi serokên partiyên siyasî tê nasîn, îro 29.10.2025ê ragehand ku nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Mark Savaya, du roj berê gihîştiye Bexdayê û rêze civînên dizî bi hejmarek serokên fraksiyonên siyasî re li dar xistiye.

Li gorî rojnamevanê Iraqî, civîn dûrî medyayê hatine lidarxistin û xwedî karekterekî siyasî yê hesas in, ku balê dikişînin ser stratejiya pêşerojê ya Amerîkayê li Iraqê û mijarên têkildarî hebûna Amerîkayê, hilbijartin û hevpeymaniyên herêmî.

Heta naha ji balyozxaneya Amerîkayê an hikûmeta Iraqê derbarê serdanê an hûrguliyên civînên ku nûnerê Amerîkayê li dar xistine de ti piştrastkirinek fermî nehatiye dayîn.

Mark Savaya ji bajarokê Telkêfê yê parêzgeha Nînowayê ye û  ji malbateke Kildanî ya Xiristiyan a Iraqê hatiye dinê. Malbata wî berî ku di salên 1990î de koçî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike, li Bexdayê, bi giranî li deverên Kerade û Cedrîyê dijiya. Niha ew karsaziyek serkeftî û hevalekî nêzîk ê Trump, Elon Musk û hejmarek kesayetiyên navdar ên Amerîkî û Ereb e.

 

Basnews

Top