• Tuesday, 03 February 2026
logo

Dem Partî: Divê Tirkiye pêngavên kiryarkî bo pêvajoya aştiyê biavêje

Gulan Media October 29, 2025 Nûçe
Dem Partî: Divê Tirkiye pêngavên kiryarkî bo pêvajoya aştiyê biavêje

 Mala Zehawî ya Muzîkê li Silêmaniyê mazûvaniya du komên muzîkê yên ji Wana Bakurê Kurdistanê û Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê kir û ji wan re li Mêrgepanê konsereke hevbeş li dar xist.

Konser beşek ji zincîre konserên Mala Zehawî ya Muzîkê yên sala 2025an bû.

Heman konser dê sibe li Akrê were sazkirin û beşdarbûna konserê belaş e.

Komên beşdar komeke ji Wanê û komeke din a bi navê “Mecnûnî” ji Kirmaşanê bûn.

Amadebûyên konserê ji çîn û beşên cuda pêk dihatin û wan bi cil û bergên Kurdî coşeke taybet da konserê.

Twana Fazil yek ji amadebûyan bû û hestên xwe wiha anî ziman, “Hesteke çêkirî nîne, mirov hest dike ku dikeve nav muzîkê, nav xwezayê.”

Sena Refîq beşdareke din bû û got, "Wan konser gelekî xemilandibû. Bi rastî bîranîneke nayê jibîrkirin."

Mîrî Baban amadebûyekî din ê konserê bû û wiha axivî, "Ev nasîna muzîka Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ye."

Jiyar Sabir bi cil û bergên Kurdî beşdarî konserê bû û got, "Em hemû bi cil û bergên Kurdî, em bi awayekî gelekî gelekî taybet bûn."

Vîna Kemal jî bi cil û bergên Kurdî amade bû û diyar kir ku wekî rêzekê ji bo vî karê xweşik, wan ji bo organîzator û hunermendên beşdar li ser piyan li çepikan xist.

 

Rudaw

Top