Şanda Hikûmeta Herêmê li Bexdayê çend civînan encam dide
Peyvdarê Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê Semîr Hewramî ji K24ê re ragihand, armanca wan berdewamîkirina guftûgoyên hefteya bûrî ye.
Ragihand jî, civîna şandê bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Petrolê re li ser pirsa petrol û budceyê dibe.
Amaje bi wê jî da, di civînên hefteya bûrî de çend pêşniyaz dabûn hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dixwaze rûpeleke nû bi Bexdayê re veke. Îro li benda wê ne, hikûmeta Iraqê nerîna xwe derbarê wan pêşniyazan de diyar bike.
K24
