• Monday, 09 February 2026
logo

Li Efrînê 7 serbazên Tirkiyê bi vîrusa Koronayê ketin!

Li Efrînê 7 serbazên Tirkiyê bi vîrusa Koronayê ketin!
Li bajarê Efrînê, 7 serbazên Tirkiyê bi vîrusa Koronayê ketine, ev jî bûye sebeba belavbûna tirsek mezin di nav xelkê bajêr de.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir, piştî têstên 7 serbazên Tirk li binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê li Efrînê pozîtîf derketin, ew binke bi tevahî hat kerentînkirin.

Rewangehê amaje bi wê da, piştî pêketina serbazên Tirk bi Koronayê, xelkê bajêr gelekî tirsiyane ji ber ku ditirsin vîrus li nav wan de jî belav bibe.

Basnews
Top